Ji bo bîranîna Mela Mistefa Barzanî şitlên daran çandin
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, ji bo 120 emîn salvegera ji dayîkbûna gorbehişt Mela Mistefa Barzanî li Amedê şitlên daran çandin.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, ji roja ewil û heta îro li bajarên ku erdhej lê çêbûye xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne. Li Amedê jî ji bo mexdûrên erdhejê û malbatên hejar xwarin û vexwarinê dide.
Karmendên dezgehê, bi minasebeta 120 emîn salvegera jidayîkbûna gorbehişt Mela Mistefa Barzanî, li Amedê ji zarokan re lîztok û ji şêniyên taxê re jî gul belav kirin. Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî herweha ji bo bîranîna Mela Mistefa Barzanî, darên zeytûnan jî çandin.
Her çiqasî dezgeh û çapemenîya dewleta Tirk xêrxwazî û alîkarî û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî nedît û çavên xwe ji keda wê re girt jî, Kurdên Bakur ked û alîkarîya wê ji bîr nake û nirxekî mezin pê dide.