Polîtîk

Ji berî 31 salî Xakurkê hestên niştimanî zindî hişt

Destana Xakurkê di pêvajoya şoreşê de xalek gerlek girîng bû. Ew destan wek gelek cara bû sembolek ya berxwedana pêşmergeyên Kurdistanê. Li himber dijminek bi hêz pêşmergeyên Kurdistanê imkanên gelek kêm bi baweriyek mezin û hestên niştimanî destanek ya qehremaniyê nivîsandin.

Serok Barzanî bi minasebeta 31ê mîn salvegera Destana Xakurkê peyamek belav kir.

Peyama Serok Barzani:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Îro 31 sî û yekemîn salvegera Destana Xwakurke. Li vê destanê da Pêşmerge bi xweragirî û qurbanîdanê ji bo dijmin û dagîrkeriyê selmand ku îrade û qurbanîdan ji hemû çekekî bihêztire û serkeftin ji bo wan kesan dibê ku xwediyê dozekî rewane.

Li destana Xwakurk da ji bilî neberamberiya li çek û artêşê da Pêşmerge karî gurzeke mezin li dijmin bide û hêvî li dilê gelê Kurdistanê da bi zîndiyî bihêlê.

Li vê bîranîna pîroz da silav li îradeya polayîniya Pêşmerge û silav li şehîdên wê destanê û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê.

Mesûd Barzanî
05.09.2019

https://www.facebook.com/basnewskurmanci/videos/1151144001638954/

Back to top button