Civak

Ji ber şer û pevçûnên navbera PKK û Tirkiyê 50 gundên Zaxoyê hatin valakirin

Qaymeqamê Zaxoyê Mûşîr Beşîr ragihand ku ji ber şer û pevçûnên di navbera artêşa Tirkiyê û PKKê de 50 gundên navçeya Zaxoyê hatine valakirin.

Qaymeqam Beşîr, ji K24ê re diyar kir ku ji ber şer û pevçûnên navbera Tirkiye û PKKê 50 gundên li ser sînorê Zaxoyê hatine valakirin û got: “Ev rewş bûye sedema wêranbûna jiyana gund û gundiyan. Koçkirina şêniyan ber bi bajaran ve, zirarek mezin dide çandiniya herêmê”. Muşîr Beşîr li ser bandora nakokiyên navbera PKK û Tirkiyê li ser sektora geştiyariya Zaxoyê got:

Di derbarê operasyonên Tirkiyê de Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller ji bo çapemeniyê de diyar kiribû ku haya wan ji metirsiya PKKê ya li ser sînorê Herêma Kurdistanê-Tirkiyê heye û divê operasyonên Tirkiyê bi Iraqê re bi hemahengî bên kirin.

Back to top button