Civak

Ji ber cixare kêşandinê wê mîlyarek nirov can bide

Serokê Komelaya Bi Pençeşêrê Re Têkoşînê yê Amerîkayê John Seffrin diyar kiriye ku, di sedsala 21 an de bi sedema cixare kêşandinê li cîhanê mîlyarek mirovê jiyana xwe ji dest bide. Li gorî nûçeya ku di rojnameya Independentê de hatiye weşandin, di konferanseke ku li bajaroka Lugano a Swîsrê pêk hatiye de,  gellek pisporên pençeşêrê bi hev re civiyane û ragihandine ku, cixare wê di vê sedsalê de bibe sedema mirina mîlyarek mirovî. 

Ev daxuyaniya ji aliyê Serokê Komelaya Bi Pençeşêrê Re Têkoşînê yê Amerîkayê John Seffrin ve jî hatibû bilêvkirin. Di konferansekê de a li dijî cixare kêşiyê, di cîhanê de 100 pisporên navdar hatine ba hev û fikr û ramanên xwe bi rayagiştî re parve kirine. Pisporên pençeşêran ji desthilatdarên dewletan xwestine ku, bona ku endustriya tirunê bê rawestandin, bila hewldanên xwe yn di vê warê de leztir û xurtir bikin.

Pispor, ji bo gav avêtinên girîng û rê ji pençeşêra ku cixarekêşî dibe sedem, ev pêşniyarê xwe rêz dikin:

– Bihayê cixareyê zêdetir bikin.

– Reklamên titun û mamulên titunan qedexe bikin.

– Fîrmên titunan yên navnetweyî ji bo bacên zêde bidin, wana mecbûr bikin.  

Back to top button