Polîtîk

Îtalya di alîkarîkirina Kurdistanê de berdewame

Roja çarşem 15.07.2015 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya xatûn Roberta Piontti Wezîra Bergiriya Îtalya û şanda li gel kir ku ji Balyozê Îtalya li Iraq û Konsolê Îtalya li Hewlêr û hejmarek efser û şêwirmendên Wezareta Bergiriya Îtalya pêkhatibûn.  Li hevdîtinê de Wezîra Bergiriya Îtalya ji bo rexsandina hevdîtinê spasî Serok Barzanî kir û li destpêka axaftina xwe de bi pêzanînekî zêde ve behsa rola Pêşmerge kir ku li hêla yekema şerkirina li dijî terorîstên Da’îş da ne û rizamendiya xwe jî ji wê asta bilinda ku hêzên Pêşmerge li şerkirin û meşq û rahênanê da heye nîşanda û wê yekê xiste rû ku ji bo rê girtina li Da’îş pêwîst bû welatê wan li zûtirîn demî da yarmetiya Kurdistanê bide ji ber ku yarmetîdana Kurdistanê yarmetîdana Îtalya ye û ev şer jî şereke bi navê parastina şaristaniyet û hemû cîhanê. Wezîra Bergiriya Îtalya tekez li ser dostayetiya di navbera gelê Îtalya û gelê Kurdistanê kir û ragihand ku welatê wan li pêşkêşkirina hevkariyên serbaziya Kurdistanê de berdewam dibe. Li beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û bi navê xwe û gelê Kurdistanê spasî gel û Hikûmeta Îtalya kir ku li şerê terorîstan de yarmetiya Kurdistanê dane û hatina Serok Wezîr û karbidestên bilindên Îtalya ya ji bo Kurdistanê bi amajeyekî rûne ji bo peywendiya dîrokî û dostaneya di navbera Herêma Kurdistan û Îtalya. Serokê Herêma Kurdistanê li dirêjahiya axaftina xwe de ronahî xiste ser metirsiyên terorê ya li ser asayîşa cîhanê û tekez li wê yekê kir ku rûbirûbûna terorê ne tenê şerê serbazî û şerê aliyeke, şerê hemû cîhana azad û demokratxwazane li dijî tarîtî û şerê. Ev şer pêwîstî bi hewla hemû aliyek heye û heman demî de li gel şerê serbazî pêwîste li rûyê fikrî û aborî û siyasî ve jî şerê terorîstan bê kirin û hebûna welatên Erebî û Îslamî ya ji bo vê mebestê bi pêwîst zanî. Her wiha balkişand li ser wê yekê jî ku hinek welat tûşî şaşiyê bûn ku hizir li wê yekê kirin ku terorê wekî kartekî ji bo gengeşeyan bikarbînin ji ber ku teror hereşeyeke mezine û dawiyê de ziyanê ji bo wan û ji bo hemû aliyek dibe. Serok Barzanî behsa derketina terorîstan li Iraqê û êrîşa wan ya li ser Kurdistanê kir û balkişand li ser wê yekê ku Pêşmerge karî terorîstên Da’îş li tixubên Kurdistanê têkbişkîne, niha ure û morala Pêşmerge gelek bilinde û gelê Kurdistanê jî bi tu awayekî tehemula hizra Da’îş û xelkê wekî Da’îş nake û li Kurdistanê da cihê wan tûneye. Her wiha nirxandina hereşeyên Da’îş li navçeyê û Sûriye û Lîbya û çawayiya rûbirûbûna wan û rêkkeftina atomî ya Îran û welatên pênç zêde yek mijareke dinê vê hevdîtinê bû û di derbarê hebûna terorîstan ya li Sûriyê, Serok Barzanî eve ragihand ku pêwîste Da’îş li Sûriye jî bê têkşikandin û şerê terorê li Sûriye û Iraq babeteke bi pêkve hatiye girêdan. Di derbarê rêkkeftina atomî ya Îran û welatên pênç zêde yek Serok Barzanî hêviya wê yekê xwest ku ev rêkkeftinê bibê cihê bi hêzkirina aramî û aştî li navçeyê û rê jî ji bo ji navbirina terorê xweş bike.  

Back to top button