Di mehên dawî de gelek kesên ku ji bo biçin welatên Yekîtîya Ewropayê ji Tirkîyê serlêdana vîzeya Şengenê dikin bi biryara redkirinê re rû bi rû ne. Îstatîstîkên herî dawî yên Şengenê rêjeya redkirina serlêdanên Tirkîyê yên ji alîyê welatên Yekîtîya Ewropayê ve eşkere kir.
Di van demên dawî de rêjeya bilind a redkirina serlêdanên vîzeyê yên ji Tirkîyê bo welatên Yekîtîya Ewropayê bi daneyên nû hatine weşandin. Li gor daneyên sala 2022an, Îstatîstîkên Şengenê ku agahîyên li ser vîzeya Şengenê berhev dike, Almanyayê par ji sedî 40 serlêdanên vîzeyê yên ji Tirkîyê red kirine.
Almanya bi lêkolîna 120 hezar û 876 serlêdanên vîzeyê yên ku ji nûnertîyên dîplomatîk ên li Tirkîyê re hatibûn şandin, ji 48 hezarî zêdetir serlêdan qebûl nekir û bû welatê herî zêde yê ku vîze red kir. Hat diyarkirin ku ji 223 hezar û 699 serlêdanên Tirkîyê yên ji bo welatên Yekîtîya Ewropayê 174 hezar û 929 kes hatin qebûlkirin. Bi giştî par ji sedî 21,4ê serlêdanên vîzeya Şengenê yên ji Tirkîyê hatibûn redkirin.
Hat destnîşankirin ku Yewnanistan a ku piştî Almanyayê herî zêde serlêdana vîzeyê qebûl kir, ji 164 hezar û 829 hezarî 16 hezar serlêdan red kir. Hat diyarkirin ku Fransa û Hollanda, ku welatên din ên herî zêde serlêdana vîzeyê tê kirin, bi tevahî nêzî 30 hezar serlêdanên vîzeyê red kirine.
Di nav 4 welatên ku herî zêde serlêdan wergirtin de, welatê herî kêm vîze red kir ji sedî 9,6 Yewnanîstan bû. Bi giştî welatên ku herî kêm vîze ji Tirkan re red kirin Luksemburg ji sedî 7,6 û Îtalya ji sedî 7,93 in.