CîhanRojev

Îsraîl: Me dest danî ser dolarên Pasdarên Şoreşa Îranê

Îsraîl ragihand ku bi milyonan dolar pereyên krîpto yên Hêza Quds a Artêşa Pasdarên Îranê û Hizbullaha Lubnanê desteser kirine.

Medya Îsraîlî di derbarê daxuyanîyên Wezîrê Paraztinê Yoav Gallant de agahdarî belav kir.

 Wezîrê Paraztinê Gallant, bêyî ku agahîyên li ser operasyonê û mîqdara desteserkirî bide, got ku ev mîqdara herî mezin a pereyên krîpto ye ku Îsraîlê heta niha ji van koman bi dest xistiye.

 Gallant îdia kir ku “Hêza Quds a Artêşa Muhafizên Şoreşa Îranê û Hizbullahê wê van pereyên krîptoyê ji bo armancên terorîstî bikar bînin”. 

Wezîrê Îsraîlî herwiha eşkere kir ku wezareta şerê aborî ya dijî terorê, dezgeha îstixbarata derve ya Îsraîlê Mossad, îstixbarata leşkerî ya Îsraîlê, polîs û berpirsên din yên fermî bi hevkarîyek nêzîk kar dikin. Gallant destnîşan kir ku “Îsraîl wê têkoşîna xwe ya li dijî Îranê û komên din ên ku terorê fînanse dikin berdewam bike”.

Back to top button