Li gora Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê “SANA” li ser zarê jêderî leşkerî dide xåyakirin, Îsraîl vê sibehê demê berbangê di demjimêr 4:30 ji deryaya Sipî ji aliyê rojavayê Laziqiyê ve bi êrîşeke asmanî li himber Firokxaneya Heleb a Navdewletî pêkanî. Di encama êrîşa Îsraîlê de, ziyaneke mezin gihîşt Firokxaneya Navdewletî ya Helebê û firokxane hêdî nikare xizmetê bide.
Ev çend care ku, Îsrail Firokxaneya Helebî dike armanc. Sedemê vê yekê jî ewe ku, li derdora vê frokxanê bingehên leşkerî yên milîsên Îranê hene û Îran vê frokeyê ji bo lojistîkê gelekî bi kar tîne.