Cîhan

Îsrail behsa armanca şerê pêşerojê dike

Berdevkê artêşa Israîlê general Ronin Manîlîs di daxûyaniyek ya xwe de : “Pêşerojê de li gel Libnanê şerek çêbibe, Hesen Nesrellah wê armanca yekem ya Israîl be”.Emîd Ronin Manîlîs got: “Di cenga dahatî de, wê emîndarê Hizbullahê Hesen Nesrellah armanca serekî be û şêwaz û arasteyê cengê bê guhertin û ev ceng wê gellekî ji cengên berî niha cuda be”.Manîlîs tekez kir “Artêşa Israîlê di wê baweriyê de ye, ku cenga dahatî ya Israîlê wê berfireh be û hemû bereyên şer lixwe bigre, wê Israîl şerê bêtir ji dijminekî bike, çi Îran be yan jî Tevgera Hemas be li Xezze”.Berî niha jî sekreterê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres ji ajanseke Rûsî re got: “Metirsiya pêketina cengeke nû li navçeyê heye û aliyên serekî yên wê cengê Israîl û Hizbullaha Lubnanê ne û eger heye artêşa Sûriyê jî, piştî bidawîkirina şerê girûpên tundrew, li dijî Israîl piştevaniya Hizbullahê bike”.

Back to top button