Îslam û em

Heke yên dixwazin xwe bi îslamê nuh bikin û yên doza vê nuhbûnê dikin hebin, mizgîn ji wan re.
Pêxemberê îslamê s.x.lê, wiha gotiye: Baweriya herî bihêz, ya ku li himber zaliman bikaribe rastiyê bibêje ye.
Divê em ji bîrva nekin û tim li ber Xweda bigerin û lavlavê bikin, da Xweda me ji Belaman nenivîse. Em hêvî dikin ku Xweda em ji Belaman nenivîsî be.
Gelek kes hene ku rastiyê xwarî dinasin û bi vî rengî berê xwe ji rastiyê guherti nin. Bi kêmasî qender vana jî henin ku xwariyê rastî dinasin û bi astek ku dikarin ruhê xwe jî fedabikin li pey diçin û ji pey nazivirin.

Divê êdî bihête zanîn ku civateke nû û bihêz, dê ne ji aliyê siyasetmedaran ve, bel dê ji aliyê hunermendan, bîrewer û zanyarên olî ve bihête avakirin. Ev rastiyeke bibênebê ye.

Divê tiştin bihête kirin. Divê zanîn, bawerî û evîn çalak bibin.
Dem hatiye, gihiştiye heke nuha tiştin neyête kirin dê kengî?

Divê rêxistineke sivîl bihête avakirin û bi navgîniya vê rêxistinê em bigihêjin insanan.

Ez dixwazim dubare bikim ku divê ev rêxistin ne ya civatekê an ya grûbekê be, divê rêxistinek ku peywendiyê bi mirovahiyê ve dike be.
Bi taybetî ev rûdanên paşî yê ku li herema me pêk hatine, em gêrî vê nivîsê kir.

Heke em dest navênê jî, dê hinin derkevin û dest biavêjnê. Lê çima meriv(ez, tu ê dî…) ne pêşeng be?
Ma çima dema dem dibe dema gotaran em çiya diqelibînin ser çiya. Lê dema dem dibe dema çalakiyan em dibêjin; ê… nizam… tedî… ma ne… gerek… feqet… lakin…. Û em xwe di bin van bêjeyan de vedişêrin.

Divê yek xwedî doz, mengî û misyon be.

Em çi ne? Mengî û misyona me çiye? Heke hebe jî divê çi be? Bergeh û aso ya ometa navîn ku hatiye bijartin divê çi be?
Gelo em bersiva van pirsan dizanin, an em dê bikaribin bersiva van pirsanan bi rastî û durustî bidin. Ya herî girîng; gelo ev pirsana di ajande ya me de hene an na?
Divê em demên xwe bi rûniştinê neborîn in. Dem gelek dijwar û bêujdan e, tê û dibûre.

Îmamê Şafiî çiqas xweş gotiye; heke hûn bi dadiyê re peywendiyê nekin, dê netêwî (batil) we dagir bike. Birastî jî geleke xweş gotiye, gelo me qet hizrkiriye ku em di bin dagiriya kê de ne?

Divê tiştin li pey meriv bimînin, darek, berhemek an gedakî baş! Ez nabêj im ku pêwîste ev tişt tiştekî berçav be(maddî). Bîrûbawerî an şuûreke ku di civatê de bihête çandin, ji xwe dê meriv ji berxwe ve bigihîne armanca meriv.

Dibe ku em tenê nûçe û nîşana rêxistinekê bin, lê bi anîna vî bayî dibe ku babilîskek ku gelek tişt bigihîne hev û derfetên ew tiştana bi hevre bibin hêzeke xurt peyda bike, çima na?
Karê cotkarî tenê cotkirin û reşandina tov e, ya dî dimîne di dest baran û axê de.
Divê tiştin me î xwerû û xwemal ku kesayeta me û yên din ji hev cuda bike hebin.

Îman mengîyê dixwaze. Momin xwedî mengî ye. Mengiya me çi ye?  Gelo mengiya me heye?
Qey em dê wiha bijîn û wiha bimrin? Bila xweş bihête zanîn, heke hûn wiha bijîn, dê wiha bimrin jî. Çi gotibû Hz. ‘Umer; Heke li gorî baweriya xwe nejîn, dê dest bi baweriyeke li gorî jiyane xwe bikin û li gorî jiyana xwe bawer bikin. 

Xwemal-Orijinal

Mengî-Îdeal

M. Burhan el- HEDBÎ

 

(Nasname)

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: