Kultur

Îşev çarenivîsê xurtê kurd diyar dibe

Xurtekî kurd ji başûrê Kurdistanê (wîlayeta Duhokê) li ser navê herêma Kurdistanê beşdariyê di bernameya Arab Idol li televizyona MBC de dike û heta niha bi awayekî baş çûye pêş.

Emar Kofî li ser navê herêma Kurdistanê beşdariyê di Arab Idol li televizyona MBC de dike û duhî bi şev di bernameyekî zîndî de stranek bi zimanê erebî pêşkeş kir. Bernamyea berî vê stran bi kurdî gotibû.

Îşev demjimêr 9ê şev li gor dema Hewlêrê, bi awayekî zîndê MBC dê encamên dengdanê diyar bike û yê dengên pêwîst bi dest bixe dê bigehe qonaxa fînalê.

Ji ber hindê Emar Kofî di malpera xwe ya Facebokê de daxwaz ji kurdan dike deng bi jimara 21 bidin. Emar dibejê ji ber roja Newrozê wî jimare 21 hilbijartiye.

Heta saet 9ê îşev her kes dikare deng bide bi van jimarên telefonê Zain 2839, korek 2188 û Asiacell 2267

Back to top button