Polîtîk
Îro Hikûmeta Kurdistanê sonda yasayî dixwe
Jiyannameya Wezîrên Kabîneya Heştem li ber destê Parlementeran daye û biryare îro kabîne biçêt Parlemena Kurdistanê û sonda yasayî bixwe.
Piştî ku doh jiyannameya Wezîran xistin sindoqa Parlementeran ve, îro Parlemen deng bi kabîneya nû dide. Fexredîn Qadir Sekreterê Parlemena Kurdistanê got ku îro çarşem Parlemena Kurdistanê li kombûna asayî ya xwe da bawerî bi kabîneya heştema Hikûmeta Herêma Kurdistanê de dide.
Her wiha da zanîn ku li civîna îro da navê Wezîran ji aliyê Serokê raspardiya pêkanîna Hikûmetê ve tê xwendin û paşê sonda yasayî dixwin û dawiya birgeyê jî Serokê Hikûmetê bernameya karê kabîneya heştem li ber endamên Parlemena Kurdistanê dixwîne.