Iraq tevlî şerê Suriye dibe
Hukumeta Iraqê arteşa xwe li ser tixûbê Suriye cih dike.Piştî deriyê tixûbê Suriye û Iraqê Tilkoçer ji aliyê Suriye ket destê Artêşa Azad a Suriye de. Leşkerên Suriyê yên li derîyê tixûb kar dikiran reviyan alê Iraqê. Lê hêzên Arteşa Azad li dûv wan ketin û di nav axa Iraqê de 32 ji wan kuştin. Di nav kuştiyan de leşkerên Iraqê jî hebûn.
Li ser vê bûyerê Iraq hêzek taybet ber bi tixûbê Suriye ve rêkir. Herweha Hukumeta Iraqê xwest hinek leşkerên xwe li aliyê Kurdistanê li devera Şingalê jî cih bike. Lê Pêşmergeyên Kurdistanê rê nedan vê yekê.
Niha tirsek heye ku leşkerên Iraqê jî bi awayek tekilî şerê nava Suriye de bibe. Ji xwe Malikî ji bo arîkariya rejima Suriye her tişta ku tê milê wî dike. Niha jî leşker bi fermana Malikî li tixûbê Suriye cih dike.