Polîtîk
Iraq rêya asmaniya Kurdistanê jî digre
Zextên hikûmeta navendî ya li ser Kurdistanê berdewamin û piştî budçe û maaşê fermanberan, niha jî Iraq biryar daye ku geştên asmanî yên di navbera Kurdistan û welatên Ewropayê jî rawestîne.
Telar Fayiq Rêvebera Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê ragihand ku şeva şemiyê 22/2/2014 hikûmeta Iraqê rê neda xetên asmanî yên Germania û Hurmuz ku ber bi Swêd û Almanyayê ve diçin, vegerin û heta niha ew xet hatine rawestandin.
Fayiq aşkere kir ku ew nizane bê ew biryar ji aliyê kî ve derketiye û got “Em nizanin ka kî biryar daye wan xetan rawestîne û Bexda jî tu carekê ji me re nabêje bêyî ku ew biryaran ji aliyê kî ve derdikevin, lê Bexdayê rê nedaye wan ji bo ku vegerin Hewlêrê”.