CivakRojev

Iraq nikare ti pêngaveka piratîkî li dijî PKK û Tirkiyê bavêje

Sererkanê berê yê artêşa Iraqê dibêje, Iraq ji bilî derxistina daxuyanî û helwesta ser kaxezê nikare ti pêngaveka piratîkî li dijî kiryarên Tirkiye û PKKê bavêje.

Sererkanê berê yê artêşa Iraqê general Babekir Zêbarî ji BasNewsê re got, Tirkiye û PKKê bi wî şerê xwe bûne metirsî li ser jiyana welatiyan li Kurdistan û Iraqê. Ew her du alî dikarin bi hêsanî vî şerî ji Herêma Kurdistanê derxînin.

Babekir Zêbarî her wiha got, rojên ku em li çiyê bûn, em ti carî nebûn bargiranî li ser kurdan li Kurdistanên Îran, Tirkiye û Sûriyê. Bila PKKê jî wisa bike. Lê ji ber ku darê destê dijmin in, ziyanê digehînin Herêma Kurdistanê û xelkê wê.

General Zêbarî anî ziman ku Tirkiye xwedan hêzeka mezin e û got, madem Tirkiyê sînorên xwe bi Sûriye û Iraqê re tund kiriye, karê wan li nav xaka Kurdistan û Iraqê de çî ye!? Mixabin behaneya vê yekê jî PKK dide destê wan, ji ber wê jî şer tînin navçeya me.

Babekir Zêbarî behsa helwesta hikûmeta Iraqê jî kir û got, hikûmeta Iraqê ji bilî derxistina daxuyanî û helwesta ser kaxezê nikare ti pêngaveka piratîkî li dijî kiryarên PKK û Tirkiyê bavêje. Ma ne dixwastin rewşa Şingalê çareser bikin. Lê nekarîn. Mixabin Bexda şiyana wê yekê nîne. Gelek caran di navbera PKK û artêşa Iraqê de şer derdikeve, çekdarên Iraqî pişta PKKê digirin! Tirkiye û PKK guh nadin ti kesî û dibin sebeba karesatan.

Back to top button