CîhanRojev

Iraq:  Em piştevaniya piroseya aştiyê û peyama Ocalan dikin

Balyozxaneya Îraqê li Enqereyê daxûyakirin ku,, “Şandeke Îraqê bi serokatiya Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên bi şandeke Tirkiyeyê re bi serokatiya Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan civîneke ewlehiyê kir.”

Şanda Îraqê ji Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê Qasim Arecî, Wezîrê Bergiriyê yê Îraqê Sabit Ebasî, Serokê Desteya Heşda Şebî Falih Feyaz û çend berpirsên din pêk hatibû.

Balyozxaneya Îraqê li Enqereyê amaje jî da, “Her du aliyan di civîna xwe de danûstandin li ser bihêzkirina alîkariyên ewlehiyê yên navbera her du welatan û hevahengiya hevpar ji bo pirsên giring ên girêdayî her du aliyan kirin.”

Nivîsîngeha Wezîrê Derve yê Îraqê herwesa ragehandiye, “Fuad Hisên bi navê Hikûmeta Îraqê piştevaniya pêşengiya Hikûmeta Tirkiyeyê ji bo çarekirina arêşeya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û peyama Rêberê PKKê yê zindankirî Ebdila Ocalan kir.”

Fuad Hisên li ser têkeliyên Amerîka û Îranê û dawî civînên şandên her du welatan li Umanê tekez kir, “Ew civîn û danûstandin yekane rê ne ji bo dûrkeftina ji şerekî tevgir.”

Herwesa şandên her du welatan di ragehandineke hevpar de çarekirina kempên Holê û Rojê û kempên din ên Sûriyeyê pêdivî dît. Herwesa dibêjin ku, ji bo wê meremê danûstandin li ser pêkanîna lijneyeke hevpar kirine.

Di wê ragehandina hevpar de amaje bi rewşa Xezze û Libnan û Sûriyeyê jî hatiye kirin û her du aliyan nîgeraniya xwe li beranberî “êrîş û tawanên Israîlê” li her sê welatan diyar kiriye.

Back to top button