Civak

Îranê li meha bihûrî 13 Kurdan sêdare daye

Şerîf Ehmedî Endamê Rêxistina Mafên Mirovan ya Rojhilatê Kurdistanê eşkere kir ku li meha bihûrî Îranê 13 Kurd sêdare dane û metirsiya sêdaredana gelek girtiyên din jî heye.

Ehmedî ragihand ku niha li cîhanê hemû kes behsa Koronayê û metirsiyên wê dikin, anku rojeva cîhanê bi giştî Korona ye û rejîma Îranê jî sûd ji vê derfetê werdigre û Kurdan sêdare dide.

Şerîf Ehmedî ragihand berî niha wekî Rêxistina Mafên Mirovan ya Rojhilatê Kurdistanê wan daxwaz ji gelek rêxistinên cîhanê kirîne ku li hemberî sêdaredana Kurdan de bêdeng nemînin û got: Lê mixabin welatên cîhanê ji ber berjewendiyên xwe yên aborî yên li gel Îranê li hember sêdaredana Kurdan bêdengin.

Back to top button