Rojev

Îranê bi hinceta ‘sîxuriya’ ji bo Îsraîlê kesek îdam kir

 Îranê, bi hinceta ku ji bo Îsraîlê “sîxurî” kiriye, kesek îdam kir.

Medyayê ya fermî ya saziyên darazê yên Îranê, Ajansa Nûçeyan a Mîzanê ragihand ku kesek bi tohmeta “sîxuriya ji bo Îsraîlê” û “beşdarbûna di çalakiyên îstixbaratî de”, piştî temambûna hemû pêvajoyên yasayî hatiye darvekirin.

Li gorî daxuyaniya Mîzanê, kesê bi navê Îsmaîl Fikrî yê ku bi sîxuriya ji bo Îsraîlê hatibû tohmetbarkirin, piştî ku cezayê wî ji aliyê Dadgeha Bilind a welêt ve hat pesendkirin, îro serê sibê hate darvekirin.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku Îsmaîl Fikrî ji meha Kanûn Paşîn a 2023yan ve “bi saziya îstixbarata Îsraîlê re di têkiliyê de bû” û piştî nêzîkî salekê hatiye girtin.

Hat diyarkirin ku ev bipêşketin wekî derbeyeke girîng li dijî tora îstixbarata Îsraîlê ya li Îranê tê nirxandin.

Mîzanê her wiha îdia kir ku Îsmaîl Fikrî di dema ku “bi Mossadê re dixebitî”, hewl daye agahiyên hestiyar ên welêt bigihîne Îsraîlê û di berdêla wê de armanc kiriye ku berjewendiyên madî bi dest bixe.

Hat tekezkirin ku darvekirin, di demekê de pêk hatiye ku şerekî rasterast di navbera Îsraîl û Îranê de dest pê kiriye û Mossad jî di operasyonan de roleke çalak dilîze.

Back to top button