Cîhan

Îran li Iraqê kesên li dijê xwe dikuje

The Daily Telegrapph: Îran i jbona tirsandina neyarên xwe gurubên kuştinê li Iraqê belav dike.

Rojnameya The Daily Telegrapph a Brîtanî raporek weşandiye û têda dbêje ku, Îranê çend gurubên çekdar anîne Iraqê û perwerde kirne daku her kesê siyaseta îran li Iraqê qebûl nekê bikuje û ji nav bibe. Li gor nivîsa rojnameyê, Îran vê yekê dike daku destêwerdanê di karubarên hikumeta nû ya Iraqê de bike.

Berpirsê beşa karûbarên bergiriyê yê rojnemaya The Daily Telegraph, ji bo van agahdariyan berpirsên bergirî û asayîşa Brîtanya wek çavkanî dide nîşandan. Ev grubên kuştinê yên Îranî ji aliyê Kasim silêman ve hatine amade kirin û ew li Iraqê belav kirine. Armanc tirsandin û bê dengkirina kesayet û aliyên dijitiya siyaseta Îranê dikin e.

Ev helwesta Îranê piştî ku Îranê nekarî hukumeta Iraqê li gora daxwaziya xwe ava bike û kandîdatê Îranê nebû serokwezîr standiye. Îran dixwaze krîzekî li Iraqê derêxe.

Herweha berpirsên Hêzên Brîtanî li Iraqê yên ku Artêşa Iraqê jî perwede dikin ji rojnameyê re dane xûyakirin ku,Îranê gurubek çekdar ji hêza Qudis rêkirine Iraqê daku kesên Îranê rexne dikin û ji siyaseta Îranêre dibin asteng ji holê rakin.

The Daily Telegrapph di derbarê çalakiyên Îranê de çend mînaka dide:

1- Kuştina Adil Şakir, kesayetek hevalbendê Heyder Ebadî bû ji aliyê şekdarên Feyleqa Kudis ve hatiye kuştin. Kesayetek Şîe bû.

2- Kuştina kesayetê Şîe Şuqî Hedad ku nêzikî Miqteda Sadir bû.

3-Hewldana kuştina Raçî Gaî rawêjkarê Sistanî.

Rojname dibêje gelek mînakên din hene û Îran dixebte ku hikumeta nû ya Iraqê bitirsîne û wê neçar bike li gor daxwaziyên Îranê tevbigere.

Weke tê zanîn berî demekî çend jêderên nûçeyan li Iraqê ragihandibûn kuQasim Silêmanî fermana kuştina Miqteda Sadir dabû.

Back to top button