Polîtîk

“Îran Fûzeyên Balistik li Şingalê cih kirine!”

Gelek cara behsa giringiya stratejik a devera Şingalê tê kirin. Şingal ji bo Îran û Iraqê gelekî girîng e. Têzanin ku tenê dema Seddam de ji Şengalê fûze avêtine Îsrail. Yanî destê Îranê de ji bo bikaribe fûzeya bavê je Îsrail xala herî girîng devera Şingalêye. Dema seddam de bingehên avêtina Fûzeyan hatibû çêkirin.

Îro dema behsa Şingalê tê kirin zêde li ser vê yekê nayê sekinandin. Sedemê ku Heşda şeibî û çekdarên PKKê giringiyê didin Şingalê û li wê derê cihbûne ji bo pasewaniya Îranê û berjewendiyên Îranê ye.Heta radeyekî hukumeta Iraqê bi xwe nikare desthilata xwe li deverê cîbicî bike.

Navbera Hukumeta Bexda û Hewlêr de ji bo rewşa Şingalê rêkevtinek hatiye îmzekirin. Lê di rastiya xwe de hukumeta Iraqê ji ber milîsên Heşda Şeibî û PKKê nikare desthilatdariya xwe li devera Şingalê bipejirîne. Ji ber ku Îran rê nade vê yekê.

Niha jî hinek çavkanî bala DYA dikşînin ku, Îranê hinek Fûzeyên Balistik li çiyayê Şingalê danîne û dema pêwîst li dijê Amerika û Îsrail wan bi kar tine. Dema Îran gavek bi vî awayî bavêje, kesek nikare xeyal bike ku, di herêmê de çi diqemiye.

Back to top button