Cîhan
Îran bingehek leşkerî ji derveyê Şamê ava kiriye
Li gora nûçeyek ya Fox Newsê Îranê li derveyê Şamê nawendek nû ya leşkerî ava kiriye. Îsrailiya tesbît kiriye ku 8 kilometre li bakurê Rojhilata Şamê ev nawend hatiye ava kirin. Li gora nûçeyê, fûzeyên ku tavêjin Îsrail li vê derê hatine cih kirin Hêza Kudsê li vê derê ji bo operasyonên taybet perwerdê dibînin.Herweha li gora raportekî ya New York Times hefteya bûrî ragihandî, dide xûyakirin ku, Îranê bingehek leşkeri li nêzikî bajarê Tedmurê heye û nave wê jî T4 bingehê balefirên şere.Îsrail vê hêzbûna Îranê li Suriye qebûl nake û herweha li ser xwe wek tehdîtek mezin dibîne. Ji berî niha çend cara Îsrail êrîş birine li ser hinek bingehên leşkerî yên Îranê li Suriye.