Serokkomarê Îranê Îbrahîn Reîsî di gotareke xwe de, gefan li cîhanê dike.Roja şemiyê serokkomarê Îranş gotarek pêşkêş kir û got: Îran bi dijwarî bersifa her cure êrîşek dide ku li ser Îranê were kirin.
Îbrahîn Reîsî herwiha diyar kiriye ku spaha Pasdaran ya Îranê parêzvanê ewlekariya netewî û nîştimanî ya deverê ye û tetbîqata leşkerî yaku li Başûrê Îranê hatiye lidarxistin hêz û karînên spaha pasdaran nîşan dide.
Nav hatî di berdewamiya gotara xwe de gef kiriye û gotiye: Îran amadeye bi dijwarî bersifa her cure pêngav û êrîşek li dijî xwe bide û hevsengiyên heyî yên li deverê de biguhere.
Ev gotara Reîsî di demekê deye ku, Amerîka û Îsraîl didin xûyakirin ku; eger li hevhatina di derbarê bernameya atomî de li gel Îranê pêkneyê,ewê êrîşê Îranê bikin û gelek cezayên giran bidin Îranê.