Insight Crime, ku li Kolombiyayê li ser sûcên organîze lêkolînê dike, di derbarê mafyaya narkotîkê ya Tirk de diyar kir ku rola Tirkîyê di bazirganîya kokaînê de zêde dibe û ji sedî 20ê kokaîna ku diçe Rojhilata Navîn di bin kontrola komên Tirk de ye.
Li gor Rapora Kokaîna Cîhanî ya 2023-an ku ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve hatiye weşandin, Kolombîya, ku ji sedî 62-ê hilberîna kokaîna cîhanê lê tê çêkirin, di bazirganîya narkotîka navnetewî de bi hilberîna salane zêdetirî 1200 ton kokaîn welatê herî girîng e.
Lêkolîna ku ji aliyê Insight Crime ya ku navenda wê li Kolombiyayê ye û bi îmzeya Alessandro Ford li ser sûcên organîzeyên cîhanê bi taybetî qaçaxçîtîya narkotîkê lêkolînan dike, nîşan dide ku rola Tirkîyê di bazirganîya kokaîna parzemînî de zêde dibe.
Li gor Alessandro Ford, piştî ku qaçaxçîyên narkotîkê yên li Tirkîyê berê xwe dane bazirganîya kokaîna Latîn Amerîkayê, rêjeya kokaînê zêde bûye, ku tê zanîn Tirk yek ji aktorên herî girîng ên bazirganîya eroîna li Ewropayê ne.
Ford, di vê derbarê de ji Dengê Amerîka re re axivî û got: “Tirkîye ji ber binesazîya narkotîka heyî, ezmûna ku ji bazirganîya eroînê bi dest xistiye û têkilîyên bi rêxistinên sûc re, derfetên mezin pêşkêşî bazirganîya kokaînê dike. Lêkolînên me nîşan didin ku qaçaxçîyên tiryakê yên Tirk li Rojhilata Navîn ji Ewropayê zêdetir xwedî avantaj û pişka bazarê ne. Ev nîşan dide ku ji sedî 20ê kokaîna ku diçe Rojhilata Navîn di bin kontrola komên Tirk de ye”.