Îmamoglû: Ez hînbûna Kurdî wek erkekî qebûl dikim
Ekrem Îmamoglû ragihand ku wî dest bi hînbûna peyvên Kurdî kiriye. Îmamoglû got: “Qet nebe mirov silavê bide û bipirse rewşa me çawa ye. Birastî ez hînbûna vê yekê wek berpirsyariya xwe qebûl dikim”.
Namzetê CHPê yê Stenbolê û Şaredarê Bajarê Mezin Ekrem Îmamoglû, diyar kir ku di gera xwe de bi Kurdên ku bi Tirkî nizanin re rû bi rû hatiye û ji ber ku xwestiye hestên wan fêm bike dest bi hînbûna peyvên Kurdî kiriye.
Îmamoglu ji T24ê re got: “Min ji xwe pirsî çima ez bi Kurdî nizanim?” Qet nebe ez karibim silavê bidim, bipirsim ka tu çawa yî. Birastî ez wek erk dihesibînim ku ez vê yekê fêr bibim”. Îmamoglu ji T24ê bi Murat Sabuncu re hevpeyvînek kir û bersiva pirsên wî da.Di derbarê zimanê Kurdî de Îmamoglu got ku ew dixwaze çend gotinên Kurdî fêr bibe da ku karibe bersiva Kurdan bide û li halê wan bipirse.
Îmamoglu got:
“Ez nabêjim ez hîn dibim, ez tenê hewl didim ku çend peyvan li ber çavan bigirim. Lê helbet hevkarên min ên Kurdîaxêv hene. Ew her gav bi min re ne, nemaze di gerên min de. Carinan em rastî welatiyên Kurd ên ku bi Tirkî nizanin tên. Bi taybet rastî jinan yan jî Kurdên temenmezin tên. Birastî, ez dixwazim hestên wan jî fêm bikim. Û bi rastî min ji xwe pirsî çima ez bi Kurdî nizanim? Bi kêmanî Kurdiya ku têra silavan bike, têra tu çawa yî bike. Birastî, ez erka xwe dihesibînim ku ez fêr bibim”.