ÎHD (Komela Mafê Mirovan) bi boneya salvegera darbeya 12ê Îlonê li ber avahîya kevn a TRT Radyoyê daxuyanîyek da çapemenîyê. Di daxuyanîyê de bal kişandin ser bûyerên piştî derbeyê û wiha hat gotin: “Ne derbe ne jî dîktatorî, demokrasîya lezgîn û mafên mirovan”.
Ji bo 43. salvegera Derbeya Leşkerî ya 12ê Îlona 1980î Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Stenbolê li ber avahîya kevn a TRT Radyoya Harbîye daxuyanîyek da çapemenîyê. ÎHD sedema daxuyanîya li avahîya TRT ya kevin bi van gotinan anî zimên: “Ji ber ku derbeya leşkerî ya 12ê Îlona 1980î saet 03.00an danê sibê li vir, di TRTê de hat ragihandin, em li vir in”. Daxuyaniya çapemenîyê ji alîyê Seroka Şaxa ÎHD ya Stenbolê Gulseren Yolerî ve hat xwendin. Yolerî diyar kir ku ji ber hin madeyên ji sala 1982an û vir ve di meriyetê de ne, ew nikarin maf û azadîyan bi kar bînin.
Yolerî bi berdewamî got: “Ez dixwazim bînim bîra web ê ka piştî derbeya 12’ê Îlonê çi qewimî. Bi darizandinên ku bi lez û bez û bêyî ku li prensîbên darizandina adil rêz bên girtin, 517 kes bi îdamê hatin cezakirin û ji wan 50 kes hatin îdamkirin; 300 kes bi awayên “biguman” mirin, 171 kes bi “êşkence” mirin, bi belgeyan hat îspatkirin, 11 kes di bin çavan de hatin windakirin, 1 milyon û 683 hezar kes hatin qeydkirin û 650 hezar kes jî hatin binçavkirin. 14 hezar kes ji hemwelatîyê hatin avêtin, 30 hezar kes neçar man wek penaberên siyasî biçin derve, 30 hezar kes jî ji kar hatin avêtin”. Yolerî destnîşan kir ku maf û azadî bi pêkanîna makzagona darbeyê re nemabûn û wiha got: “Îhmalkirina normên mafên mirovan, prensîbên demokrasiyê û heta qanûnên bikêr, qedexe û zextên ku maf û azadîyên bingehîn ên wek azadîya derbirînê, azadîya çapemenîyê, azadîya rêxistinbûnê, mafê civîn û xwepêşandanan nikarin bi kar bînin, piştgirîya êrîşên nefretê û nijadperestî, êşkence ji bo bêdengkirina hemû nerazîbûnan û belavkirina muameleya xerab, girtin û cezayên bê bingeh ên hiqûqî, her sal bi sedan girtîgehên nû lê zêde dikin. Girtî bi tecrîda sîstematîk ji bo mirinê tên hiştin, cezayên girankirî yên heta hetayê, şewitandin, êşkence û muameleya xerab û pêkanînên bi vî rengî yên îdamê, êrîşên mûxalefetê yên bi hinceta lêpirsîna ewlehîyê an jî sûcdarîyên derewîn. Zihnîyeta 12ê Îlonê bi betalkirina peymanên kar û pirsgirêkên mezin ên bi vî rengî hê jî li ser kar e”.