Di salvegera 34emîn a koça dawî ya kurê mezin ê nemir Mele Mistefa Barzanî, Îdrîs Barzanî yê Pêşmerge û têkoşerê Kurdistanê de, li avahiya Rêveberiya Kitêbxaneya Giştî ya Hewlêrê, pêşamngeheke 150 wêneyên Îdrîs Barzanî tê de hebûn hat vekirin.
Pêşangeha wêneyan ji aliyê du pêşmergeyên dêrîn û hevalên Îdrîs Barzanî ve hat vekirin û piraniya wêneyên di pêşangeha îro 31ê Çileya 2021ê de, cara yekemîn ew wêne hatin nîşandan.
Di pêşangehê de fîlmekî dokumanterî derbarê jiyan û serboriya serkirdeyên Kurd Îdrîs Barzanî de hat pêşandan.
Yek ji kesên pêşengeh vekir, Xerîb Mizûrî bû ku di dema xwe de wênegirê Îdrîs Barzanî bû û niha temenê wî 75 sal e ku ji sala 1964an ve tevlî refên Pêşmerge bûye.
Xerîb Mizûrî dema vekirina pêşengehê got: “Min hestekî xweş heye ku ez îro li vir amade bûm. Ev pêşangeh hestek wiha dide min ku Îdrîs Barzanî zindî ye, ne tenê di dilê min de, lê belê bi vekirina vê pêşangehê ew yek hat selimandin ku ew di dilê her kurdekî de zindî dimîne.”
Mizûrî dibêje, %80 ji wêneyên ku hatine nîşandan, wî bixwe girtine û dide zanîn: “Ew wêne belgeya wê yekê ne ku ew zat manînenas bûye û her tim di xema milletê xwe de bûye.”