Îdîayên ku li Diyarbekirê nexweşên Kovîd-19ê wek Kobay hatine bi karanîn bû babetê dadgehe
Tê îdiakirin ku, dema pêvajoya şewba Covitê de li Diyarbekirê hinek nexweş wek Kobay(dema derbarê nexweşiyekî de lêkolîn dibin li ser hinek ajalan test têne kirin ) hatine bi karanîn.
Dema Koronayê de, der barê hin nexweşên ku dihatin dermankirin bi îdiaya ku wek Kobay duhatin bi karanin û gelek derman li ser wan diceribandinkesek ji wan bi navê , Mahmût Orak, anî ziman ku hewldana ewil li wî hatiye kirin, îdia kir ku di dema tedawiyê de hişê wî nemaye.
Mamustayê koleja pizijkiya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Cenap Ekinci bi îdiaya ku di sala 2020an de li nexweşan lekolin dihat kirin de û ew bi rêya Tîrêjên Tirkî(TurkishBeam)dihatin tedawîkirin de serî li dadgehê da.
Prof. Cenab Ekincî daxûyakirin ku, hin nexweşên li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Diyarbekirê di Rêbaza Terapiya Radyasyonê ya Tirkiyeyê de di dema pandemiya koronayê de wek beraz hatine bikaranîn. Dr. Cenap Ekinci û yek ji nexweşan Mahmut Orak hatin Dadgeha Amedê û der barê berpirsyaran de serlêdana sûc kirin.
Prof. Dr. Cenap Ekinci wiha got: “Me îdia kir ku di heyama pandemiyê de ekîbeke ku ji Enqereyê bi balafira taybet hat Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Diyarbekirê, bi doktoran va li ser hin nexweşên amûreke aîdî şîrketekê taybet hat bikaranîn. Di ser îdiayê re 10 roj derbas bûn. Me heta îro tu agahdarî nestandine . Niha belgeyên me hene. Şanda ku wê demê hatî Amedê daxûyaniyek dabûn û gotibûn: “Me ev derman li ser kesek bi navê M.O. ku 46 saliye bi karaniye û ew baş bûye.” Ekincî dibêje ku ew kesê ku behsê kirîn birayê Mahmut Orak e û niha li cem meye.