Polîtîk

Îdîa: Enqere bi Ocalan re, Ocalan bi Qendîlê re hevdîtinê dike

Nivîskara Al Monitor Amberîn Zaman diyar kir ku wê ji sê çavkaniyan ev yek piştrast kiriye û îdia kir ku Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê girtî ye destûr hatiye dayîn ku bi rêveberên PKK’ê re hevdîtinê bike.

Nûçeya Amberin Zaman a Al Monitorê wiha ye:

“Piştî navbereke nêzîkî deh salan, gelo Tirkiye li ber pêvajoyeke nû ya aştiyê bi Kurdên xwe re diçe? Ev pirs ji dema ku serokê neteweperestên rastgir ên tundrew Devlet Bahçelî, hevalbendê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, di rûniştina paşîn ya parlamenê de çû cem parlementerên kurd ên neteweperest ên ku wî demek dirêj ew wekî “terorîst” bi nadikir û destên wan hejand. Ev yek bi germî di qada siyasî de hatê minaqeşekirin.

Îcar çi guherî? Erdogan ew jî tevlî vê yekê kir? Eger wisa be, çima? Sê çavkaniyên ku ji Al-Monitorê re axivîn û ji nêz ve dosyaya kurdî ya hukûmetê nas dikin, diyar kirin ku ji bo jinûve destpêkirina muzakereyan di navbera hukûmetê û rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan de hevdîtinên lêkolînê dest pê kirine. Du ji wan çavkaniyan gotin ku vê dawiyê destûr hatiye dayîn ku Ocalan rasterast li çiyayên Qendîlê li Iraqê bi serkirdayetiya PKKê re hevdîtinê bike.

Yek ji wan çavkaniyan got, “Ocalan ji wan re got ku dema gotûbêjkirina bêçekbûnê ye.”

Yek ji wan çavkaniyan diyar kir ku dema ji Ocalan pirsîn ka dê çawa biryarê li ser pêşeroja xwe bidin, Ocalan hêrs bûye û telefonê qut kiriye. Çavkaniya duyemîn jî got ku hevdîtina îdiakirî bi hêsanî derbas nebûye lê agahiyên zêdetir nedaye. Çavkaniyan diyar nekir ku çawa têkilî pêk hatiye. Al-Monitor bi rêya WhatsAppê pêwendî bi çavkaniyên PKKê yên li Iraqê re kir.

“Em dikarin bibêjin ku pêvajoyeke nû ya aştiyê dest pê kiriye,” yek ji wan çavkaniyan, ku weke yên din, ji bo ku bi serbestî biaxive xwest navê xwe eşkere bike, got. “Rayedar bi Ocalan re hevdîtinan dikin.”

Al-Monitor nekarî tiştên ku jêderan derbarê PKKê de gotine piştrast bike. Çavkaniyên opozisyonê heta dema çapê bersiva daxwaza Al-Monitorê nedan.

Bi gotina xwe, hikûmetê li dijî gefa şerekî berfireh li Rojhilata Navîn ku cîranê rojhilatê Tirkiyê jî tê de ye, gav avêt. Di dema ku Îsraîl bersiva xwe ya li hember êrîşa mûşekên balîstîk ên Îranê li ser Tel Avîvê di 1ê Cotmehê de difikire, Enqere jî mîna aktorên din ên herêmî, li ber çavan e. Karbidestên Tirkî îdia dikin ku di encama jîngeha alozî û bêîstîqrarê de, bi lawazbûna hevalbendên Hizbullah û milîsên din ên Şîe, dibe ku grûpên bihêz di nava rejîma Îranê de, wek Pasdarên Şoreşa Îranê, rêkeftinekê ligel PKKê bikin.

Li Îranê nifûsa kurdan a mezin û bêzar e, ku di navbera Sunnî û Şîeyan de hatiye dabeşkirin. Tirkîye demek dirêj rejîma Îranê bi hevkarîya PKK tawanbar dike, ku bingehên wê li Qendîlê cîranên Îranê ne. Her du alî jî vê îdîayê red dikin.


Back to top button