PolîtîkRojev

‘Îdareya nû ya Amerîkayê peywendiyên li gel Kurdistanê girîng dibîne’

Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Matthew H. Tueller civiya û Tueller tekezî li ser wê kir, îdareya nû ya Amerîkayê, peywendiyên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê girîng dibîne û dê li ser hevkarî û hemahengiya li gel hevpeymanên xwe yên li herêm û cîhanê berdewam be.

Civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Matthew H. Tueller îro birêve çû û Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê Rob Waller jî di civînê de amade bû.

Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Matthew H. Tueller di civînê de, pesnê rola Herêma Kurdistanê da ku tevî kêmasiyan, di 30 salên derbasbûyî de “nimûneya ezmûneke serkeftî nîşan da û divê zêdetir sûd ji derfetan werbigire.”

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di beşeke din a civînê de, pêşxistina zêdetir ya hevbeşî û peywendiyên Amerîkayê li gel Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo berengarbûna grîftan hat gotûbêjkirin û  “tekezî li ser girîngiya hevkariya ajansên Amerîkayê wek Ajansa Amerîkayê bo pêşxistinê ya navdewletî û ajansên din bo Iraq û Herêma Kurdistanê di warê kargêrî, teknîkî û alîkarîkirin di proseya çaksazî de, hat kirin.”

Derfetên weberhênana Amerîkayê li Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj li ser hat kirin û hevdem tekezî li ser rexsandina zemîneke baş û atmosfereke handerane bo weberhênan û sermayeguzariya biyanî li Herêma Kurdistanê hat kirin. Taybetî di warê yasayî, darayî û bankdariyê “ku bikarin di hemû waran de sûdeke zêdetir ji sermayeguzariya Amerîka û biyanî bi giştî bibînin.”

Her di wê daxuyaniyê de amaje bi wê jî hatiye kirin, rewşa siyasî û emnî ya Iraqê, giftugoya çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê, rûbirûbûna teror û kiryarên DAIŞê, girîngiya hevkarî û hemahnegiya artêşa Iraqê û Pêşmerge, berdewamiya piştevaniya Amerîkayê û Hevpeymaniya Navdewletî bo Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa pêkhate, koçber û penaberan, pêwîstiya tebayî û yekrêziya aliyên Kurdistanî, girîngiya parastina azadiya rojnamevanî û raderbirînê li Herêma Kurdistanê û hejmareke mijarên din ln girîng bo herdu aliyan, beşeke din a civînê bûn.

Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamên pîrozbahiyê arasteyî wezîrên berevanî û derve yên Amerîkayê kirin û amaje bi wê kir, xwezyarên berdewamiya peywendiyên Amerîkayê ne li gel Herêma Kurdistanê.

Back to top button