Civak

Îbrahîm Tatlises birîndar e

Şêvîdin derengê şêvê hûnêrmendê naskirî Îbrahîm Tatlises bû armanca êrîşekî çekdar. Îbrahîm Tatlises li Televizyona Beyaz Tv bernameya bi nave “Îbo Şov“ çêdikir.

Piştî bername xilas bû, Tatlises derket derve, dema li otomobila xwe siwar bû, hienk kesên nenas ew dan ber gulla û di encam de Îbrahîm Tatlises bi giranî birîndar bû.

Piştî bûyerê Ibrahîm Tatlises rakirin nexweşxanê û heta 06-ê sibehê emeliyat kirin û hêjî  xeter li ser jiyana Tatlises heye. Tatlises bi sere xwe birîndar bûye. Piştî sehkirina vê bûyerê bi sedan hunermend berê xwe dan nexweşxanê da ku bizanibin rewşa Îbrahîm Tatlises çîye.

Balkêş e ?
Close
Back to top button