Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên, ragihand ku ew pêşbînî nakin encamên hilbijartinên serokkomarî û parlamentoya Tirkîyê bandorê li pêwendiyên Iraq û Tirkiyê bikin.
Husên di hevpeyvînek taybet de ji Al-Monitor re axivî û got: “Tirkiye di hemû warên siyasî, aborî û ewlehîyê de ji bo Iraqê şirîkê stratejîk û heyatî bûye. Hêvîdarim ku encamên hilbijartinê jî bi vî rengî berdewam bikin”.
‘Em li bendê ne ku Tirkîye rêzê li serwerîya Iraqê bigire’
Li ser pirsa “gelo tercîha Iraqê di hilbijartinên Tirkîyê de heye yan na? ” Husên got, “Wek gelek cîranên me, nakokîyên me û zehmetîyên me hene û em ji Tirkîyê jî wek hemû welatan hêvî dikin ku rêzê li serwerîya Iraqê bigire. Lê belê em tev nagerin. Di hemû mijaran de em bi Tirkîyê re bi dîplomasî û bi rêyên asayî hevdîtinan dikin û emê hevdîtinên xwe bidomînin”.