Civak

Hunermendê Kurd Bahadîn Newrozî li Sine koça dawî kir

Bahadîn Newrozî Hunermend û stranbêjê navdarê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê li parêzgeha Sine, li temena 90 salî da koça dawî kir.

Li gor zanyariyan hunermendê navdarê Kurd Bahadîn Newrozî, şeva înê piştî çend sal xizmeta bi çanda hunera Kurdî bi sedema nexweşiyê li temena 90 salî da koça dawî kir.

Bahadîn Newrozî ku tûşî nexweşiyê şekir bibû, yek ji nexweşxaneyên bajarê Tehran koça dawî kir.

Hunermendê Kurd, Bahadîn Newrozî li bajarê Sine ji dayik bibû û paşê mijulî muzîka Kurdî û bi taybetî stranên Erdelanî bû û li jiyana xwe de xizmetekî mezin bi hunera wê herêmê kir.

Back to top button