
Dengbêjê kurd yê bi navûdeng Esker Cizîrî di 66 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Esker bi encama krizeka dil jiyana xwe ji dest da. Dema mirov behsa Cizîrê, çanda Cizîrê dike babetek gelek berfireh e. Taybetî Cizîr serkaniya jiyandina dengbûjiya herêma Botan û hemû Kurdistanêye. Li Cizîrê gelek dengbêj hene û her ciziriyek wek dengbûjekî mirov dikare binirxîne. Çanda Cizîrê çanda bajarvaniya Kurdistanê ye û cih ş warê Mîrên Botan e û Mîrên Botan li Cizîrê cihek taybet didan çanda Kurdî.
Dengbêjê hêja Esker Cizîrî jî yek ji wan kesan bû çanda dengbûjiyê, bi deng û tembûra xwe dida jiyandin. Hunermendê navdar di sala 1955an de li Cizîra Botan hatibû dinyayê û ji sala 1970yê ve jî bi muzîkê re eleqeder dibû.
Esker Cizîrî derdora 600 kilam ji ber kiribûn û li gel kilamên xwe gelek kilamên Hesen Cizîrî û Mihemed Arif Cizîrî bi dengê wî nava civatê belav bibû.
Bavê Esker Cizîrî jî yek ji dengbêjê herêma Botanê Eliyê Mistefa bû ku Esker Cizîrî jî bi bandora bavê xwe dest bi dengbêjiyê kiribû.Esker Cizîrî wek Esker Cizrawî jî dihat naskirin.