Hun bi xêr bên Bakurê welatê xwe
SEROKÊ HERÊMA KURDİSTANÊ RÊZDAR MESÛD BARZANÎ
HÛN Bİ XÊR BÊN BAKURÊ WELATÊ XWE.
Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesûd Barzanî di 16ê teşrînê de tê Amedê. Bi sifeta Serokê Kurdistanê ev cara pêşî ye ku serdaneke weha ji bo Amedê pêk tê. Rêzdar Mesûd Barzanî wê li Amedê bi Erdoganî jî re hevdîtinekê pêk bîne.
Serokê Herêma Kurdistanê, ji bo li Bakurê Kurdistanê çareseriyeke aştiyane û siyasî pêk were xebateke ji dil û bi biryardarî didomîne. Em bawer dikin ku ev hatina Rêzdar Medûd Barzanî dê xizmeteke biqîmet ji vê meseleyê re bike.
Bi ya me, divê hemû kes, dor û berên kurd û kurdistanî bi helwesteke birayane, bi hestên neteweyî, ji bo xurtkirin û geşkirina yekitiya neteweyî, pêşewaziyeke germ li Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesûd Barzanî bikin. Bila ev xwedîlêderketina hemû kurdan, bibe peyamek ku tu kes nikaribe kurdan bixapîne, nikaribe yekitiya kurdan têk bide. Bila hemû kurdistanî bi hevdu re, ji Dewleta Tirk re bibêjin ku bi xapandin û şêlûkirinê, pirsa kurd û Kurdistanê ji hole ranabe û nayê çareserkirin.
Rêzdar Mesûd Barzanî, cara ewil e ku wek Serokê Herêma Kurdistanê tê Amadê. Em hêvî dikin ku ev hatin, wê tesîreke baş li çareseriya kurd û Kurdistanê ya li Bakurê welatê me jî bike. Kes êdî nikare hebûna Kurdistanê înkar bike.
Dîroka Kurdistanê di derbarê yekitiya neteweyî de bi gelek tecrubeyan ve dagirtî ye. Dîroka me nîşan daye ku gava yekitî hebe serkevtin bi xwe re anî ye. Lê gava birakujî, jihevdudûrketin û bêtifaqî hebe, têkçûn û şikestin çêbû ye. Divê em îroj bi hesteke neteweyî ya xurttir, li hevdu bixwedî derkevin, yekitiya xwe pêş de bibin.
Em bawer dikin ku Rêzdar Mesûd Barzaniyê ku yekitî û azadiya miletê xwe, ya welatê xwe wek xeyaleke herî bi rûmet dizanê, wê li Amede jî ji bo vê xewn û xeyalê tevbigere. Wê bi hestên neteweyî û bi hurmeta li hemberî bideh hezar şehîdên doza kurd û Kurdistanê tevbigere. Xelet e ku bi awayekî neyênî, bi awayekî şikbarî em li hatina Rêzdar Mesûd Barzanî binerin.
Werin em temama civata kurd û Kurdistanê bi alaya rengîn, bi hestên neteweyî û bi coş pêşewaziya Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesûd Barzanî bikin… 14.11.2013
Mehmet Gül
Berdevkê Çapemeniyê yê Hewldana Partiyeke Kurdistanî