Polîtîk

Hukumeta nû tê avakirin

Li Kurdistana Başûr piştî hilbijartina 7 meha zêdetir dem derbas bû ku hêja hukumeta herêma Kurdistanê nehatiye avakirin. Lê herî dawî PDKê li gel YNKê li hevkir û niha prosesa avakirina hukumeta nû destpêkiriye.

YNK di nava xwe de ne safiye, nêzikî 4-5 grup di nava YNKê de hene û her yek ji wan dixwaze îmtiyaza dest bêxe. Ev yek bû sedemek ku avakirina hukumeta nû evqas dirêj kir.

Di serî de wek partiya yekem PDKê serdana hemû aliyan kir, PDKê û Goran lihev kir. Ji xwe PDK, Goran û parlementerên pêkhatiyên Kurdistanê piraniya parlementoyê pêkdianiya. Lê ji bo berjewendiya Kurdistanê PDKê ji bo YNK jî di hukumetê de cih bigre israr dikira û bi dehan civîn li gel YNKê kir.

Niha di encam de li hevkirin û hukumeta nû tê avakirin.

Parlementoyê wek gava yekem yasaya serokê herêmê guhert û pejirand. Niha dê serokê herêma Kurdistanê ji aliyê Parlementoyê ve bête hilbijartin.

Piştî serok hat hilbijartin û sund xwar, dê kesekî ji bo avakirina hukumetê erkdar bike. Pêwiste di 30 rojî de hukumet werê avakirin.

Hukumeta nû ya herêma Kurdistanê ji 24 wezeretan pêk werê. Ji wan 5 wezaret wezaretên herêmêne. Di kabîneya nû de 6 wezaret ji bo YNK, 4 wezaret jî ji bo Tevgera Gorane. Wezaretên din pişka PDKê ne. Lê PDK ji pişka xwe dê wezîrekî bide Partiya Sosyalist, yekî jî bide mesihiyan û dikare yekî jî bide Komela Îslamî jî.

Back to top button