Hûda Parê kongreya xwe li darxist Yapicioglu ji nûve wek serokê partiyê hate hilbijartin
5emîn Kongreya Mezin a Asayî ya HUDA PARê li Navenda Kongre û Çandê ya Bakurê Enqereyê bi şiyara “Pergala Adil, Parvekirina Wekhev” hat lidarxistin.
Tevî alên bi rengên partiyê û pankarta “Malbata bi hêz, nifşê exlaqî, civaka paqij”, wêneyên Yasîn Börü û hevalên wî yên ku di çalakiyên 6-8’ê Cotmeha 2014’an de bi hinceta Kobaniyê hatin kuştin hatin vekirin, li salona ku kongre lê pêk hat jî hatin daliqandin.
Kongre bi tîlaweta Qur’ana Kerîm dest pê kir û bi vekirin û rêzgirtinê dewam kir. Piştî axaftina vekirinê ya Berdevkê HUDA PARê Yunus Emîroğlu, endamê HUDA PARê Munevver Ozdemîr Aktaş axaftinek kir.
Pişt re parlementerê HUDA PARê Serkan Ramanli derket ser dikê û bi kurdî axaftinek kir.
Ramanliyê ku dest bi axavtina xwe kir xwest ku Kongreya Mezin a Asayî ya 5emîn a HUDA PARê bi feyde be, gelê Gazzeyê û berxwedana wan silav kir.
Ramanli berdewama axavtina xwe de got: Ramanli wiha got: “Zêdeyî sed sal e cehalet, feqîrî û pevçûn li me giran in. Weke ku Bedîuzzeman Seîd-î Kurdî jî ji me re got: “Em xwe bi îtîfaq, zanîn û esnafiyê ragihînin da ku em miletê xwe ji van xilas bikin.” Me fehm kir ku di tifaqê de hêz heye, di biratiyê de bextewarî heye, zanîn û aqil bidest bixin û bi vî awayî xwe ji riswakirinên Ehmedê Xanî rizgar bikin.
Ramanli got: “Parastina maf û qanûnên miletê me, xebata ji bo parastina zimanê kurdî di perwerde û xizmetên fermî de, nasnameya gelê kurd û hemû gelên din bar e li ser milê me.”
Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu, ji bo serokatiyê ji nûve bû berbijêr û berbijêrê tenê bû. Ji berî dengdanê Yapicioglu axavtinek kir.Beşek axavtina xwe behsa pirsgirêka Kurd kir.
Yapicioglu diyar kir ku pirsgirêka kurd rasterast bi pirsgirêka makezagonê ve girêdayî ye û destnîşan kir ku her ku li Tirkiyeyê makeqanûn tên guhertin pirsgirêka kurd jî kûr dibe.
Yapicioglu, diyar kir ku dema pirsgirêka kurd çareser bibe wê Tirkiye mezin xurtir bibe û got, “Em mafê perwerdeya bi zimanê dayikê weke mafekî bingehîn dibînin û di wê baweriyê de ne ku divê hemû astengiyên li pêşiya perwerdeya bi zimanê dayikê bên rakirin.”
Yapicioglu di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya malbatê û destnîşan kir ku pirsgirêka malbatê pirsgirêkek stratejîk e. Yapicioglû bang li her kesî kir ku ji bo parastina malbatê bi zanebûn tevbigerin û destnîşan kir ku divê di vê mijarê de rêgezên hiqûqî yên bi bandor bên çêkirin.
Piştî axaftina Yapicioglu hilbijartinan dest pê kir.
Yapiciogluyê ku ji 641 delegeyên beşdarî dengdayînê bûn 640 dengan ji nû ve wek Serokê Giştî yê HUDA PARê hat hilbijartin. Dengek jî hate betal kirin.