Polîtîk

HUDA-PARê ji texmînan kêmtir deng stend

Di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê de yek ji partiyên ku herî zêde li ser hat axavtin HUDA-PAR bû. HUDA-PAR a ku par di bin sîwana Tifaqa Gel de ketibû hilbijartinên parlementoyê, bi namzetên xwe beşdarî hilbijartinên herêmî bû.

HUDA-PAR di pêşbirka hilbijartinê de tenê li Bajarokê Kayapinara Navçeya Gercuşa Êlihê bi ser ket. HUDA-PAR a ku di hilbijartinên herêmî de girîngî da pirsa Kurd û zimanê Kurdî, li gelek deverên Tirkiyê namzet nîşan da.

Di nav cihên ku HUDA-PAR herî zêde bi xwe bahwer bû bajarên wek Diyarbekir, Êlih û Wanê bûn. Lê belê HUDA-PARê di van bajaran de serketinek mezin bi dest nexist û nebû şaredar. Tenê li Bajarokê Kayapinara Navçeya Gercuşa Êlihê bi ser ket.  Li gor daneyên nefermî rêjeya dengên HUDA-PARê ku 253 hezar û 648 deng standiye, di sedî 0,55 de maye.

HUDA-PAR a ku li Diyarbekirê wekîlê Mêrsînê Faruk Dînç wek namzed nîşan da, 53 hezar û 63 deng girt. Ev jî ji sedî 7,34ê dengan e. Êlih jî di nav wan deran de bû ku HUDA-PARê xebatên xwe yên hilbijartinê li dar xist. Li bajarê ku Wekîlê Êlihê Serkan Ramanli bû namzed, HUDA-PARê 29 hezar û 698 deng girt, ev jî ji sedî 15,68 e. Ramanli yê ku bi hilbijêran re bi Kurdî axivî, buroyên hilbijartinê yên DEM Partiyê ziyaret kir û bi namzedê DEMê re maça fûtbolê temaşe kir, bû duyemîn navê ku herî zêde deng ji HUDA-PARê re anî.

Di nav wan cihên ku HUDA-PARê herî zêde deng lê girtiye Çewlik jî derdikeve pêş. Li bajarê ku bi pêkhateya xwe ya oldar tê naskirin, her çend AK Partî di hilbijartinê de bi ser ket jî, HUDA-PARê jî ji sedî 11,53 ê dengan girt. HUDA-PARê li Ruhayê Emîn Özaslan wek namzed nîşan da û 15 hezar û 522 deng girt, ev jî ji sedî 1,52yê dengan e.

 Namzedê HUDA-PARê yê Bajarokê Kayapinara Navçeya Gercûşa Êlihê Samir Özhan bi rêjeya ji sedî 56,79ê dengan bû serokomar.

Serokê Giştî yê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu di nirxandina encamên hilbijartinê de diyar kir ku texmîna ku dikirin û dengên ku li bendê bûn wernegirtine û got: “Em bi gavên biçûk bi pêş ve biçin”. 

Yapicioglu diyar kir ku ewê encamên hilbijartinê bi berfirehî binirxînin û got: “Piştî TBMMê îmkana me çêbû ku em di meclîsên parêzgehan û meclîsên şaredariyên herêmî de jî cîh bigirin. Ez spasiya birayên xwe dikim”.

Back to top button