HUDA PAR cara yekem xwedî li Newrozê derket
HUDA PAR a ku xwe ji pîrozkirina Cejna Newrozê dûr digirt cara yekem xwedî li Newrozê derket û pîroz kir.
Kurd her sal ji 7 salî heta 70 salî li her derê cîhanê bi coşek mezin Newrozê pîroz dikin. Îsal ji bo Cejna Newrozê li gelek welat û bajaran pîrozbahiyên girseyî hatin lidarxistin û komên cuda yên siyasî û cîhanê peyamên pîrozbahiyê weşandin.
HUDA PAR a ku ji bo hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê li herêmê xebatek xurt dimeşîne, xwe ji pîrozkirina Cejna Newrozê ya 21ê Adarê dûr xist. Namzetê Şaredarê Êlihê Serkan Ramanli, yê ku di xebatên hilbijartinê de nav û deng vedaye, cara ewil ji sînorê polîtîka partiya xwe derket û li ser Cejna Newrozê peyamek weşand.
‘Bila Newroz bibe nîşana biratî û aştiyê’ Ramanli di peyama xwe ya Kurdî-Tirkî de got ku ew hêvîdar e Cejna Newrozê bibe nîşana biratî û aştiyê.
Îsa Aydin jî peyama Newrozê da
Piştî peyama Ramanli bi demek kin (kurt) Serokê Lijneya Şêwirmendiya Navendî ya HUDA PARê Îsa Aydin jî peyama Newrozê parve kir. Aydin got: “Ez hêvî dikim ku îsal hilbijartinên herêmî ji HUDA PARê re bibe buhar û NEWROZ”.