CivakRojev

HUDA-PAR 4 wekîl derxistin

Hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê bi dawî bûn. Hilbijartina wekîlên parlamentoyê qediya. Hilbijartina serokkomar ma gera duyem a 28ê Gulanê.

Di hilbijartina parlamentoyê de Tifaqa Komarê, ango tifaqa AKP piranîya kursîyên parlamentoyê bi dest xist. Di vê hilbijartinê de HUDA-PAR ji lîsteya AKP ket hilbijartinê û 4 namzedên xwe şandin parlamentoyê.

HUDA PARa  ku di Hilbijartina Serokkomarîyê de piştgirî da Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, li Stenbol, Dîlok, Mêrsîn û Êlihê ji lîsteyên AK Partiyê 4 namzedên parlamenterîyê destnîşan kir û her çaran jî mafê wekîltîyê bi dest xist.

Ji Stenbolê Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu, ji Dîlokê Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Şehzade Demîr, ji Mêrsînê Endamê Lijneya Îdareya Giştî ya HUDA PARê Faruk Dînç û ji Êlihê jî Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanli bûn wekîl.

Back to top button