Polîtîk

HSDê hinek cihên din radestê hêzên Rusî kir

Fermandarê giştî yê HSDê Mazlum Evdî da xûyakirin ku, wan li gel Rusyayi di derbarî rewşa Til Temer û Eyn îsa de li hev kirine.

Mazlum Ebdî li ser hesabê xwe yê Twitterê de daye xuyakirin ku , wan li gel fermandarê hêzên Rusya li Suriye Aleksander Chayko hevdîtinek kirine û li  hevhatine ku dê hêzên Rusya li bajarokê Til Temer û Eyn Îsa jî cih bibin. Herweha hêzên Rusyayê li Amudê jî cih dibin.

Ebdî dide xûyakirin ku, hêzên Rusyayê ji bo aramaiya deverê li van bajaroka cih dibin.

Li rojavayê Kurdistanê û hinek deverên bakurê Suriye HSDê gelek cih radestî Rusya û hêzên rejima Suriye kirine. Di bingehê xwe de cihên radestî Rusya têne kirin di encamê de tê wateya ku radestî rejima Suriye hatine kirin.

Tê zanîn ku pîştî êrîşa tirkiye HSDê gelek cih radestî rejimê kirin û xwe dane aliyekî .Niha jî ji aliyekî ve li gel Rusya ji aliyek din ve jî li gel Hêzên Amerikayê hevkariya dikin. Gelek hêzên HSDê ji derveyê axa rojavayê Kurdistanê li gel hêzên Amerikayê ji bo parastina bîrên petrol tevdigerin.

Back to top button