Polîtîk

HPK: Komkujiya Serêkaniyê şermezar dike

Daxuyaniya Hewldana Partiyeke Kurdistanî di derbarê Komkujiya Serêkaniyê:

Em qetlîama hovane ya li Serêkaniyê  bi  tundî şermezar dikin

Di roja 29.05.2014 an de li Başûrê rojavayê welatê me,li Serêkaniyê,terorîstên DİIŞ(Dewleta İslamî ya Iraq û Şamê),bi qetlîameke hovane , careke din jî rûyên xwe yên qirêj nîşan dan.Di vê êrîşê de,ji 15 kesan zêdetir jin û zarokên Kurd hatine qetil kirin.
Helbete ku, ne DİIŞ ne jî tu dujminên mileltê Kurd dê nikaribin bi van êrîşana rê li ber azadiya milletê me bigire.

Milletê Kurd kengî jibo yekitiya xwe gavek avêtibe, ewqas jî nêzî serkeftinê bûye.Dewleta îro li Başûrê Kurdistanê  hatiye avakirin jî, berhemê vê yekitiya neteweyî ye. Li Başûrê rojavayê welatê me jî,li ser esasê Mutabakata Hewlêrê  dive Desteya Bilind a Kurd bê geş kirin.Bi vî awayî divê milletê me yekitiya xwe pêk bîne û li ber van  êrîşên hovane sîperek neteweyî ava bikin.Yekitiya neteweyî, destpêka azadiya millet me ye.

Em sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan û ji milletê xwe re dixwazin.Em vê qetlîma hovane û yên ku ev qetlîama pêk anîne bi tundî şermezar dikin.30.05.2014

Komîteya Rêveberiyê ya Hewldana Partiyeke Kurdistanî

Back to top button