Hovitiya dijminên Kurd û Kurdistanê
Li Diyarbekir di mitînga HDpê de du teqîn çêbûn. Armanca teqîna kifşe kî ji bo çi ev teqîn çêkirbe armanca wan milletê kurd de.Di encama teqînê de du kesan jiyana xwe ji dest da û bi zêdeyî sed birîndar hene. Birîna zedeyê 10 kesan giran e.Vê teqînê da xuyakirin ku, li Bakurê Kurdistanê tu demana jiyana kurda di warek aram û demokratik de tuneye.Berpirsên vê bûyerê kifşe ku dijminên milletê kurd de. Tu cara nabê ku mirov li ser xwîna kurda siyasetê bike. Berhemê xwîna tê rijandin nabe siyaseta qirêj û şêlo be.Dezgehên tarî, kesên ji xwîna kurdan vedixwin û dijîn berpirsîyarê bûyera Diyarbekirin. Dijminê netewî kurdin.Erkê hukumetê ye ku demek herî nêzik de berpirsên vê bûyerê ji raya giştî re eşkere bikin.Nabe ev bûyer bibe malzemeyek ji bo çend dengên qirêj.Cardin hate ispatkirin ku ji rêya Kurdistanbûnê pêve tu demana jiyana kurdan tuneye.Kurd bi tenê dikarin welatek serbixwe de jiyanek aram û azad bijîn.Hêvî ewe ku xwîna şehîdên teqîna Diyarbekir bibe havênê yekrêziya Kurdên bakur di rêya xebata dewletek serbixwe ya Kurdistanê de.Xwedê şîfayê bide birîndarên bûyera qirêj a Diyarbekir .