CîhanRojev

Hîzbullahê bi mûşekan êrîşî Îsraîlê kir

Tevgera Hizbullahê ragihand ku ji başûrê Lubnanê bi dehan mûşekên Katyûşa êrişî baregeha leşkerî ya Îsraîlê ya li Celîlê Jorîn hatiye kirin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Hizbullahêve hatî dayin de hat diyarkirin ku li hember erişen ku Arteşa İsraile li hemberi başûre Lubnanê, bi dehan moşeken Katyuşaye li baregeha eskeri ya İsraile ya El Zaur a li Celile Jor hat xistin.

Artêşa Îsraîlê derbarê êrîşa Hîzbullahê de daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 40 moşek ji Lubnanê ber bi bakurê Îsraîlê ve hatine avêtin û hinek ji wan bi sîstema qubeya hesinî ketine û yên mayî jî ketine erdê vala.

Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di êrîşa Hîzbullahê de tu ziyanên canî çênebûne.

Back to top button