Hizbullaha Lubnanê bi 160 roketan êrîşî Îsraîlê kir
Piştî ku Îsraîlê fermandarê wan ê meydanî kujt, Hîzbullahê dest bi êrîşa ser Îsraîlê kir. Hizbullaha Lubnanê bi 160 roketan êrîşî Îsraîlê kir. Hat diyarkirin ku ji 7ê Cotmehê û vir ve êrîşa herî mezin e.
Tevgera Hizbullahê ku piştî kuştina fermandarê xwe yê meydanî xwest tola xwe ji Îsraîlê hilîne û piştî 7ê Cotmeha 2023an yek ji mezintirîn êrîşên mûşekî li dijî Îsraîlê pêk anî.
Di daxuyaniya xwe ya di derbarê êrîşan de, Hizbullahê diyar kir ku çeperên leşkerî yên Ramsa û Ruveysa Kurun ên li ser sînorê Îsraîlê û tesîsa pîşesaiya leşkerî ya bi navê Blasan a li taxa Sasayê bi mûşekên rêberî hatine hedefgirtin.
Hat diyarkirin ku ji bo tolhildana fermandarê meydanî yê Hizbullahê Talib Samî Abdullah, baregeha leşkerî ya Amad a Îsraîlê ya li Eyn Zeitîm û herêma Celîlê Jor bi fuzeyên Katyuşa hat hedefgirtin. Herwiha hat ragihandin ku baregeha Meron a Îsraîlê, ku yekîneya kontrolkirina esmanî û beşa operasyonên esmanî lê ne, bi fuzeyên Katyuşa û topavêjê jî hatiye xistin. Êrîşên mûşekî yên navborî piştî ku fermandarê meydanî yê Hizbullah Talib Samî Abdullah ji alî Îsraîlê ve hat kujtin dest pê kir.
Di derbarê êrîşên Hîzbullahê de 2 daxuyaniyên cuda ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatin dayîn. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku destpêkê 90 mûşek ji xaka Libnanê ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin û piştre jî nêzî 70 mûşek hatin avêtin. Hat diyarkirin ku ji ber ketina moşekan li hin deveran şewat derketiye.