Civak

Hişyarîya hewldana sûîqestê

 

Tirkiye di pêvajoyek zîz re derbas dibe. Hilbijartina 14ê Gulanê wê çarenûs û pêşeroja Tirkîyê bineqişîne. Wek li gelek welatan dibe, dibe ku li Tirkîyê jî berî hilbijartinan gelek provokasyon û hetta kujtin jî bên kirin. Yek ji wan siyasetmedarên ku di xeterê de ye û gef lê tên xwarin, Serokê CHp Kemal Kiliçdaroglu ye.

Alîkarê Serokê Giştî yê Partîya Pêşerojê Selçuk Ozdag û endamê CHPê Erdogan Toprak hişyarî dan ku berî hilbijartinên pêşwext dibe ku li dijî Kiliçdaroglu sûîqestek bê kirin.

Ozdag, di daxuyanîya xwe de wiha got: “Berê li hemberî siyasetmedar û rojnamegeran gelek suîqest hatin kirin. Ji ber ku namzedîya Kiliçdaroglû berî hilbijartinê eşkere bû, divê îhtîmala sûîqestê zêdetir bê nirxandin. Ji ber vê yekê pêwîst e tedbîrên parastinê bên zêdekirin“.

Şêwirmendê Serokê Koordînatorê yê CHPê Erdogan Toprak jî ev gotin piştrast kir. Toprak got, “Ev gotin tên guhên me. Lê em di wê bawerîyê de ne ku dewlet wê di vê mijarê de hesasiyetê nîşan bide”.

Toprak destnîşan kir ku di vê mijarê de bawerîya wan bi dewletê heye û got: “Derfeta îstîxbaratê ya dewletê heye. Di vî warî de mirovên rast û xwedî ezmûn hene. Em ji wan bawer dikin. Ew van raporan dinirxînin”.

 

Back to top button