Hinarên Zivzikê
Li herêma Sêrtê devera li Bota hinarên Zivzikê navdarin.Hinarên Zivzikê li devera navçeyên Şirwan û Hesxêr çêdibin. Hinarên Zivzikê nave xwe ji gundê Zivzikê girtine.
Niha dema çênîna hinaraye. Îsal germa zêde bandora xwe li berhemên hinara kiriye û li gora salên din berhemaê hinarên Zivzikê kême. Kiloya hinara 20- Lîrê Tirkî tê firotin. Bû guman ev jib o hemwelatiyan bihayek zêde ye.
Hinarên Zivzikê piştî 15ê cotmehê tên berhevkirin. Daxwazek zê de jib o kirîna van hinaran heye û ji Sêrtê ji bo gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiye têne rêkirin. Gelek cara têra daxwaziya xelkê nakin. Hinar heta meha Adarê li ser dezgehan têne firotin.
Tê gotin ku, Taybetmendiyeke girîng a hinarên Zivzik ew e ku tovê wê hişk e. herweha dibêjin ku rêjeya antibiyotikê di van hinaran de gelekî zêde ye. Dibêjin ku, ev hinar dermanê gelek derdan e!