Hinardekirina petrola Kurdistanê îro careke din tê gotûbêjkirin
Wezareta Petrolê ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar e îro 19ê Nîsanê li Bexdayê careke din li ser pirsa destpêkirina hinardekirina petrolê bicivin.
Zêdetir ji du mehan e, madeyên yasaya bûdceya giştî ya Iraqê yên taybet bi hinardekirina petrola Herêmê, li parlemanê deng li ser hatine dayîn û hatine sererastkirin, lê heta niha pirsgirêk nehatine çareserkirin.
Li gorî sererastkirinên yasaya bûdceyê, ew dema ku ji bo hikûmeta federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê hatibû diyarkirin, ji bo destnîşankirina kompanyayeke navdewletî da ku nirxê dawî yê derxistina petrolê diyar bike, bidawî bûye.
Di vê derbarê de, Cîgirê Serokê Komîteya Petrol û Gazê li Parlamentoya Iraqê Ednan Cabirî dibêje: “Li gorî yasaya bûdceyê, diviyabû her du hikûmet di heyama 60 rojan de kompanyayeke şêwirmendiyê destnîşan bikirana, lê dem bi dawî bûye û eger wiha biçe, hikûmeta federal dê bi yekalî biryarê li ser diyarkirina kompanyayekê bide.”
Ji aliyekî din ve, kompaniyên berhemhînana petrolê li ser daxwazên xwe li hember Wezareta Petrolê ya Iraqê bi israr in û ji ber bêbaweriya xwe, daxwaza deynên salên borî yên berhemhînana petrolê û wergirtina pereyan bi pêşwextî dikin.
Wezareta Petrolê ya Iraqê, ku heta niha nehatiye bin barê rêkeftinê, plan û niyeta wê heye ku ligel destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, beşek ji petrola kêlgehên Başûr (Besra) tevî petrola Herêmê bi rêya bendera Ceyhanê hinarde bike.
Derbarê mijara hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de, Alîkara berê ya Wezîrê Derve yê Amerîkayê Barbara Leaf di çarçoveya nehemîn Dîdara Silêmaniyê de di hevpeyvîneke taybet de ji Kurdistan24 re ragihand, mijara rawestandina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, pirsgirêkek bû ku rêveberiya Biden kar li ser dikir, lê mixabin wê demê nekarî rêkeftinek ji bo ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrola Kurdistanê bê encamdan.
Herwiha Leaf got: “Beşek ji pirsgirêkên hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê siyasî ne, beşek jî teknîkî ne, lewma ez hêvîdar im rêveberiya Trump bibe alîkar ji bo rêkeftineke baş, da ku ji nû ve petrola Herêma Kurdistanê bê hinardekirin.”
Herwiha Wezîrê Petrolê yê Iraqê Heyan Ebdulxenî di paneleke Dîdara Silêmaniyê de ragihand: “Deriyên diyalogê her tim vekirî ne û di vê çarçoveyê de roja 19ê Nîsana 2025an, şandeke Wezareta Samanên Siruştî dê li Bexdayê be û em ê bi hev re ji bo guftûgo û danûstandinan bicivin. Em hêvîdar in di zûtirîn dem de bigihin rêkeftinekê, ji ber ku samanên Iraqê pêwîstî bi wê yekê heye ku hinardekirina petrolê ji nû ve dest pê bike.”
Herwiha got: “Di serdana vê carê ya Serokwezîrê Iraqê bo Herêma Kurdistanê de, ev babet hat gotûbêjkirin û bû sedem ku ev prose bileztir bibe.”
Zêdetir ji du salan ne ku hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bo bendera Ceyhanê hatiye rawestandin û ji ber vê yekê, mehane zêdetirî milyarek dolar zirar digihe dahata giştî û aboriya Iraq û Herêma Kurdistanê.