CivakRojev

Hin kes û alî hewl didin berê xwepêşandan biguherin

Asayişa Silêmaniyê di derbarê xwepêşandana de daxûyaniyek ragihand û dibêje:Xwendevan bi riya xwepêşandanên şaristanî daxwazên xwe diyar dikin, mixabin hin kes û alî ji bo armancên xwe yên siyasî hewl didin, berê xwepêşandan bi derxistina aloziyan û tundûtûjiyê bê guhartin.

Di daxuyaniya de Asayişa Silêmaniyê dibêje: Ji mafê hemû kesan e di çarçoveya yasayê de û ji bo berjewendiyên giştî, daxwaza mafên xwe bikin û nerazîbûna xwe nîşan bidin, di heman demê de jî erkê me ye rê li ber binpêkirina yasayê û têkdana ewlehî û aramiya bajêr bigirin.”

Ev daxuyaniya Asayişa Silêmaniyê di demekê de ye, çend roj in xwendekarên zanîngeh û peymangehan bi daxwaza vegerandina dermaleyê, xwe pêşan didin, lê di xwepêşandanan de alozî derket û hin kesan êrîşî saziyên hikûmî û partiyan kirin û hin kesan jî sivikî bi ala Kurdistanê kirin. Bi gotina çavdêrên siyasî jî, destê hin kes û aliyan ketine nava xwepêşandanên xwendekaran.

Back to top button