Serokê Federasyona Çiyageriyê ya Tirkiyeyê Ersan Başar û endamên komiteya rêvebiriyê tevî çiyageran li ber Navenda Ciwaniyê kom bûn û bi wesaîtan çûn Zozanê Serpilê ya li navçeya Geverê. Çiyagerên ku li zozanê li kuntara Çiyayên Cîloyê amadehiyê xwe kirin di pey ra hilkişiyan çiyayê Reşkoyê yê ku 4 hezar û 135 mêtro bilind e.
Ersan Başarê daxuyanî da nûçegihanê AAyê diyar kir ku di çarçoveya bernameya 2023yan da ji bo hilkişînê hatine herêmê û got ku ji çar aliyên welêt çiyager hatine kuntara Çiyayên Cîloyê û wiha dewam kir, “Ev der heqet jî dereke taybet e. Federasyona Çiyageriyê ya Tirkiyeyê salên dûr û dirêj li vir bernameyên hilkişînê çêdikir, lê di demên dawîn da nedihatin lidarxistin. Weke Federasyona Çiyageriyê ya Tirkiyeyê di 10 salên dawîn da ev hilkişîna yekem e. Ev herêm ji bo me girîng e. Li dinyayê jî ji bo çiyageran balkêş e. Bi taybetî çiya û cemedên li vir bal û dêna çiyageran dikişînin. Em ê bi 35 çiyageran ra hilkişin. Bawerkî wê êdî çiyager pir bên herêmê.”
Nûnerê Hekariyê yê Federasyona Çiyageriyê ya Tirkiyeyê Nacî Ertunç jî destnîşan kir ku gelek kêfxweş in ku wê li herêmê hilkişin çiya.