Polîtîk

Hikûmetê biryara damezrandina Fermangeha Medya û Zaniyariayan da

Civata wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê, duhî yekşemiyê li bajarê Hewlêrê, di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê de civiya.

Di destpêka civînê de rewşnivîsa  qanûna rêvebirin û parastina avê li herêma Kurdistanê hat minaqeşe kirin.

Li gor vê reşnivîsa qanûna avê divê:

– Çavkaiyên avê bên organîzekirin
– Çavkaniyên avê bên pêşxistin
– Çavkaniyên avê yên xwezayî û diruskirî weke kanî û rûbaran bi awayekî berdewam bên parastin
– Ji bona rûbirûbûna lehî û hişkesaliyê bendavên nû bên dirustkirin
– Ava paqij bo pêdawîstiyên serekiyên mirovî û ji bo çandiniyê û pîşesaziyê bên dabîn kirin
– Çavkaniyên avê ji pîsbûn û xerapbikaranînê bên parastin

Wezîrê çandiniyê di civînê de behsa rewşa avê kir û got ku, ji bona parastina ava baran û lehiyan heta nuha 86 bendavên biçûk li herêma Kurdistanê hatine dirustkirin û di pilana wezaretê de ye bi dehan bendavên din ava bike.
Piştî minaqeşekirina reşnivîsa qanûnê û libeçavgirtina têbîniyên beşdarên civînê, civînê biryar da ew reşnivîs di bin çavan re bê derbas kirin û desteke serbixwe ku, girêdayî civata wezîran û bi serokatiya serokwezîran û enametiya wezîrên peywenîdar be, ji bo birêvebirin û parastina avê bê damezrandin.

Mijara duyem a civîna civata wezîrên Kurdistanê, pesindkirina qanûna parastina mafên zarokan li herêma Kurdistanê bû. Li gor vê qanûnê di hemû waran de rewşa zarokên herêma Kurdistanê bê başkirin bi awayekî ku, zarok şanaziyê bi nasnameya xwe ya netewî bikin. Herwesa derfetên xandinê di hemû qonaxan de ji bo zarokan bê garatîkirin.
Her li gor qanûna parastina mafê zarokan divê bi awayekî berfireh û bikaranîna hemû rêyên minasib civak li ser mafê zarokan bê hişiyar kirin û zarok li gor temen, pêgehihiştin û şiyanan di warê jiyana civakî de beşdar bin.

Mijara sêyem a civînê verastkirina qanûna sindoqa piştgiriya pirojeyên biçûk bo gêncan li herêma Kurdistanê bû. Di çarçoveya  pirojeyê pêdana qerzên biçûk de, biryar hat dan ku, budceyeke taybet bo keçên bi temen mezin ango, yên ku temenê wan di navbera 35-45 salî de, bê bedest bikin. Herwesa biryar hat dan ku, pêdaçûn û helsengandina wan qerzên heta nuha hatiye dan bê kirin û ji bona zangînkirin, berfirehkirin û çakirina sîstema pêdana qerzên biçûk, komîteyek bê pêkanîn.

Civîna civata wezîrên Kurdistanê biryar da ku, Fermangeha Medya û Zaniyariayan a civata wezîran bê damezrandin. Bidirustbûn û destbikarbûna vê fermangehê peywendiyên seroaktiya hikûmetê, civata wezîran, wezaretan û yên saziyên hikûmetê dê digel kenalên ragehandinê û bidestveanîna zaniyariyan li dor kar, biryar û çalakiyên hikûmetê, ji aliyê rojnamevanan ve, baştir dibe.

Di dawiya civînê jî de, civta wezîran rojên tehtîla cejna remezanêd diyar kirin ku, ji roja pênçemiyê 8ê tebaxê heta roja duşemiyê 12ê meha tebaxê li hemû saziyên hikûmeta herêma Kurdistanê tehtîla cejna remezanê ye. Roja sêşemiyê 12ê meha tebaxê dewama fermî dest pê dike.

Back to top button